Ji bo şîdeta polîs biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn

  • 09:11 13 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Dayika Aştiyê Aysel Tufan ku piştgirî da grevên birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, hatibûn destpêkirin, bi şîdeta polîsan re rûbirû mabû. Lêpirsîna ku der barê mijarê de hatibû destpêkirin, biryara neşopandinê dan. Li ser vê parêzeran dosya bir Dadgeha Destûra Bingehîn. 
 
Girtiyên di 2018-2019’an de bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan, ketibûn greva birçîbûnê. Bi armanca piştgiriya çalakiyê Dayikên Aştiyê li Parka Koşuyolu a Amedê çalakî pêk anîbûn û bi êrîşa polîsan re rûbirû mabûn. Di êrîşan de dayika Aştiyê Aysel Tufan ji ser hişê xwe çibû û rakiribûn nexweşxanê, piştre jî der barê polîsan de serlêdana sûc hat kirin.
 
Bi hevkariya Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê  serî li serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû dayîn û piştre ji walîtiyê der barê polîsan de destura lêpirsînê hat xwestin. Walîtiyê destur neda lêpirsînê. Parêzerên ÎHD’ê li ser vê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kirin. Dadgehê got divê li gor usulê lêpirsîn bê kirin û biryar rakir.
 
‘Dozger biryara red da’
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê şîdeta di dîmenan de jî hat dîtin de, biryara ‘hewce bi lêpirsînê tune’ da. Dozger îdia kir ku polîsê şîdet li Ayselê kiriye, sûc nekiriye û got ji bilî îfadeya Ayselê delîl tune ne. Parêzer di 18’ê çile de îtîraz kirin. 4’emîn Dadgeriya Cezaya Sul a Amedê di 11’ê adarê de îtîraz red kir.
 
Parêzeran serî li DDB’ê dan
 
Li ser vê parêzeran şîdeta polîs birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Di serlêdanê de hat destnîşan kirirn ku mafê meş, xwepêşendan, civîn û azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin û her wiha  lêpirsîn bi bandor nehatiye meşandin. Her wiha diyar kirin ku divê biryara hatiye dayîn bê rakirin û der barê gumanbaran de lêpirsînek bi bandor bê meşandin.