Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ji doza dihat darizandin berat kir

  • 13:25 12 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ji doza di çarçoveya KCD'ê de dihat darizandin berat kir.
 
Di  çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di 20'ê Mijdara 2020'î de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin de rojnameger û nivîskar Roza Metîna jî hatibû binçavkirin. 3'yemîn rûniştina doza di derbarê Rozayê de hatibû vekirin li 5'emîn Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Roza beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Rozayê Resûl Temur di rûniştinê de amade bû. 
 
Meqama îdiayê diyar kir ku Rozayê delegeya KCD'ê ye û bi hinceta sûc kiriye ji "endamtiya rêxistinê" ceza xwest. 
 
Parêzer parastin kir û berata muwekîla xwe xwest. 
 
Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê biryara beratê da û tedbîra kontrola edlî ya derbarê Rozayê de hat rakirin.