Têkildarî bîranîna komkujiya Parîsê AYM'ê biryara binpêkirinê da

  • 12:49 11 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Bi hinceta beşdarî bîranîna 3 siyasetmedarên jinên kurd ên li Parisê hatin qetilkirin, bûye cezayê disîplînê li Sekretera Jinan a Egîtîm Senê ya berê Derya Yûlcû hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), têkildarî vî cezayî de biryara binpêkirinê da. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derbarê cezayê dîsiplînê ya bi hinceta beşdarî salvegera bîranîna 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransayê li Parîsê hatin qetikirin bûbû li Sekterera Jinan a Egîtîm Senê ya berê Derya Yûlcû hatibû birîn de, biryara binpêkirinê da. 
 
Hat xwestin darizandin ji nû ve bê kirin
 
AYM’ê di biryara xwe de, destnîşan kir ku mafê civîn û xwepêşandanan a di xala 34’emîn a Destûra Bingehîn, hatiye binpêkirin û xwest cezayê dîsîplînê ya hatiye dayîn were rakirin. AYM’ê biryara xwe ji 2’yemîn Dadgeah Îdarî ya Erziromê re şand û xwest darizandin ji nû ve bê kirin.