Rûniştina Rojnameger Hatice Şahin hat taloqkirin

  • 11:04 11 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Rojnameger Hatice Şahin a di çarçoveya KCD'ê de dihat darizandin hat taloqkirin.
 
Di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat destpêkirin de di 18'ê Cotmeha 2018'an de xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Hatice Şahin hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. 4'emîn rûniştina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hatice Şahin hatibû vekirin lki 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatice beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Haticeyê Resûl Temur li rûniştinê amade bû. 
 
Meqama îdiayê da zanîn tu gotinek wan ji belgeyên hatine re tune ye û berdewamiya kontrola edlî ya Haticeyê hat dayin. Her wiha meqama îdiayê biryar da ku li hêviya bersiva mezekkereyê ya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re tê nivîsandin bê sekinandin. 
 
Parêzer Resûl Temur daxwaz kir ku tedbîra kontrola edlî ya li ser muwekîla wî rabe. 
 
Heyeta Dadgehê biryara dewamiya tedbîra kontrola edlî da û biryar da ku li hêviya bersiva mezekkereyê ya derbarê mînaka îfadeya şahid Derya Aslan a ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye xwestin bê sekinandin. 
 
Heyeta Dadgehê rûniştin taloqî 26'ê Çileyê ya 2022'yan kir.