Di dosyayê de divê delîl bên nirxandin

  • 09:03 10 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - Parêzer Mevlam Melezoglu da zanîn ku gumanbar Tacettîn G. ku li hember zarokê hewldana tecawizê kiribû, divê ne ji sûcê ‘hêsan’ ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ bê darizandin û merciyên edlî lêkolîneke têr nakin.
 
Li navçeya Derencîk a Colemêrgê mêrê bi navê Tacettîn G. (25) di 16’ê Gulanê de hewl dabû tecawizî zarokekê bike. Piştî malbatê bûyer ferq kir agahî da cendermeyan û gumanbar hat binçavkirin. Gumanbar ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok’  hat girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê.
 
Piştî gumanbar hat girtin xizmên wî, zext li malbata zarok kirin ku giliyê xwe şûnde bikşînin.
 
Parêzer Mevlam Melezoglu der barê dosyayê de nirxandin kir.
 
‘Malbata zarok ne di rewşa ku xwe biparêzin de ye’
 
Mevlam da zanîn ku roja bûyerê gumanbar diçe mala malbata zarok û li tuwaletê wêneyên nebaş rastî zarok dide û hewl dide tecawiz bike û di wê navberê de bavê zarok rewşê ferq dike. Mevlam wiha dirêjî dayê: “Heman rojê agahî dan me. Em wek baroya Colemêrgê çûn cihê bûyerê. Di encama çavdêriyan de me dît ku bav astengdar e, dayik jî ne di rewşa ku xwe biparêze de ye. Her wiha kesên din ên malbatê jî zarok in. Ji ber vê jî gumanbar li gorî xwe dizaniye ku wê bûyerê bike û ceza negire. Ji ber vê bixwebaweriyê ev bûyer pêk aniye. Ji ber ku di malbatê de bi rastî jî kesên xwe biparêzin tune ye.”
 
‘Divê delîl baş bên nirxandin’
 
Mevlam destnîşan kir ku merciyên edlî hatine cihê bûyerê lê lêkolîn qels mane û wiha pê de çû: “Wêneyê cihê hewldana tecawizê ji aliyê me ve ket dosyayê. Cilên zarok jî nehatin girtin. Di dosyayên wisa de bidestxistina delîlan bi rastî zehmet e. Divê delîlên di dest de baş bên nirxandin. Ger di dosyayê de cilên mexdûr bihata girtin, dikaribû lêkolîna DNA'yê bihata kirin. Lê merciyên edlî ev lêkolîn nekirine.”
 
‘Îfade cuda bin jî pêkhatina bûyerê zelal e’ 
 
Mevlam di berdewamiyê de ev îfade bi kar anîn: “Gumnabar niha girtiye. Her çiqas lêpirsîn hatibe destpêkirin jî, ji şahidan îfadeyên cuda hebin jî,  ya esas ev e ku ev bûyer pêk hatiye. Ev di rapora bijîşk de jî heye. Ji ber vê di çarçoveya TCK 103 û 109 de îdianame hatiye amadekirin. Delîlên pêwist hene.”
 
‘Divê ji îstîsmara zayendî bê darizandin’
 
Mevlam di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gumanbar ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ bê darizandin û balkişand ser rapora bijîşk û got: “Asta teşebusê hebe jî ev tê wateya ku sûc bi giştî pêk hatiye.”