Danişîna doza ‘Pergala Hevserokatiyê’ hat taloqkirin

  • 16:18 8 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Doza Hevşaredarên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên Meclîsa Şaredariyê bi hinceta pergala hevserokatiyê tên darizandin hat taloqkirin. 
 
Derbarê Hevşaredarên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên Meclîsa Şaredariyê bi hêceta “Pergala Hevserokatiyê” bi îdiaya “Wezîfeya xwe bi bêrabazî kirine” û “Wezîfeya xwe nebaş bikaranîne” doz hat vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dewam kir. Dadgehê ji ber ku 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara derbarê reda dadgerî de hêj nedaye, danişînê taloqî 17’ê kanûnê kir.