Parêzeran tecrîda Îmraliyê birin DMME'yê

  • 15:44 8 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî astengkirina hevdîtina malbatan a li Îmraliyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DMME) da.
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, berdewam dike. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte hem serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê ne bi erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn. 
 
Parêzerên Aabdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de karîbû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bike. Ocalan, cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Axaftina bi telefonê ya duyemîn û ya dawî ku Ocalan, di 25’ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nivî de hatibû birîn. 
 
Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Adara 2015’an de birin Girtîgeha Îmraliyê, nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin. Ligel 350 caran daxwaza hevdîtinê ya malbatan û 750 caran a parêzeran, Hamîlî 2 car, Omer Hayri û Veysî jî 3 caran karî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.  
 
Serlêdanên parêzeran ên li dijî vê rewşê encamê nadin. Parêzeran ji bo cezayên dîsîplînê yên li dijî heq û hiqûqê bên rakirin û mînaka dosyaya biryarên lijneya dîsîplînê ya derbarên muwekîlên wan de bidin wan, di nava meha Kanûna 2020’an de serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran dan. Serlêdanên ji bo Aktaş, Yildirim û Konar hatin kirin, hatin redkirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzeran, li ser vê yekê bi hêceta biryar li dijî hiqûqê ye ji bo muwekîlên xwe Hamîlî, Omer Hayri û Veysî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê, serlêdana derbarê her sê kesan de weke “nayê qebûlkirin” dît. AYM’ê îdia kir ku tu binpêkirinên mafan nînin, û redkirina serlêdanên hevdîtinê “li gor hiqûqê” dît. 
 
Derbarê serlêdana ji bo Ocalan hatiye kirin de hêj tu biryar nehatine dayîn. Parêzeran ji bo her sê muwekîlên xwe yên din ên serlêdanên wan hatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di serlêdanên 22-24’ê Îlonê de hatine kirin, hat destnîşankirin ku mafê hevdîtina malbatan bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û mafên mirovan hatiye parastin.