Rûniştina rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin

  • 11:25 5 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Rûniştina Rojnameger Rûken Demîr a ji ber faaliyetên xwe yên rojnamegeriyê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin hat taloqkirin. 
 
8'emîn rûniştina Rojnameger Rûken Demîr a ji ber faaliyetên xwe yên rojnamegeriyê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin. Parêzerê Rûkena ku beşdarî rûniştinê nebû, Zafer Încîn li rûniştinê amade bû. 
 
Di rûniştinê de ji ber metaryelên dîjîtal ên ji buraya Rûkenê hatibû binçavkirin hatibû girtin hîn ji buroya lêpirsînê ya sîberê nehatiye şandin biryar hat dayin ku darizandin dewam bike. Parêzerê Rûkenê jî diyar kir ku ji ber metaryel ne aîdî Rûkenê ne ew ê tu fêdeya rapora metaryalan ji bo darizandinê tune be û daxwaza berata Rûkenê kir. 
 
Heyeta dadgehê biryara rawestandina ji bo raporê da û rûniştin taloqî 12'ê Çileyê kir.