Ji ber ku bertek nîşanî Mûsa Orhan da ceza li Ezgî Mola birîn

  • 16:21 1 Cotmeh 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Lîstikvan Ezgî Mola, li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal serbest berdana çawişê pispor Mûsa Orhan şermezar kir derbarê wê de doz hatibû vekirin. Di encama dozê de ceza dan Ezgiyê. 
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, di 18’ê tebaxa 2020’an de çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawîzî Îpek Er kiribû û bibû sedama mirina wê. Mûsa ewilê hat girtin û dûre serbest hat berdan, darizandina wî dewam dike. Ji ber serbestberdana wî gelek bertek hatin nîşandan. 
 
Lîstîkvan Ezgî Mola jî, di 20’ê tebaxa 2020’an de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, ev parvekirine kiribû; “Kesên bêşeref, tecawîzkar berdan, di wijdanên xwe de bixeniqin. Êdî, we qanûn, dua, mirad, daxwaz, tika û hêviyên me ji destê me girtin!! Ez êdî çi bêjim! Xwelî li serê we be! Xwelî li serê we be! #MusaOrhanTutuklansin”
 
Ji ber ku lîstîkvan Mola lêborîn red kir, parêzerê Orhan Mehmet Erkan Akkuş derbarê wê de gilî kir û doz hat vekirin. Doz li 31’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqerê hat dîtin. Dadgehê di encama darizandinê de, 65 roj ceza ya pere (5 hezar û 200 lîre) li Ezgî Mola birî. Herî dawî biryar hat dayîn ku ragihandina biryarê were paşxistin.