Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 16:13 30 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Fîncanci, Nûnerê Rêxistina RSF’a Tirkiyeyê Erol Onderoglû û nivîskar Azîz Nesîn ên ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin, hat taloqkirin. 
 
Danişîna doza ewil a Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn ku ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Fîncanci, Onderoglû û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ahmet Nesîn ji ber li derveyî welat e nikaribû beşdarî danişînê bibe.
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Şebnem û Erol beyanên xwe yên beriya niha dubare kirin. Parêzerê Şebnemê Merîç Eyupoglû diyar kir ku xerakirina biryara beraetê ya dadgeha îstînafê xelet e û xwest ku sedemên ku ji bo xerakirinê hatine nîşandan bên temamkirin. 
  
Şandeya Dadgehê, ji bo parastina Ahmet Nesîn ê beşdarî danişînê nebû bê wergirtin, biryar da ku ji navnîşanên wî yên derveyî welat re ferman were şandin û rojnamevan Înan Kizilkaya ê ji ber bi vîrûsa koronayê ketiye nikaribû tevlî danişînê bibe, di danişîneke din amade bibe. Dadgehê danişîn taloqî 1’ê Sibata 2022’yan kir.