Rûniştina mêrê Fatmayê qetil kir hat taloqkirin

  • 13:54 30 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AGIRÎ - Rûniştina Kazim Altinmakas ê girtî yê Fatma Altinmakas qetil kir ji ber nûner nehat tayinkirin hat taloqkirin. 
 
Di 14'ê Tîrmeha 2020'î de li navçeya Melezgirê ya Mûşê Kazim Altinmakas, Fatma Altinmakas a di nava malbatê de bi tecawizê rû bi rû mabû û piştre gilî kiribû, qetil kiribû. 5'emîn rûniştina doza têkildarî kuştina Fatmayê de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin. Malbat û parêzerên Fatmayê beşdarî rûniştinê bûn. Bersûc Kazim jî ji girtîgehê bi rêya Sîstema Bilişim Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. 
 
Rûniştin hat taloqkirin 
 
Keça Fatma Altinmakas a di bin parastina dewletê de ye S.A. ya di rûniştina berê de wekî şahid lê hatibû guhdarkirin, ji ber nûner nehat tayinkirin di rûniştinê de parastin nekir. Dadgehê biryar da ku di rûniştineke din de ji bo S.A. nûner bê tayinkirin. Bi daxwaza temamkirina ewraqên kêm û tayinkirina nûner biryara berdewamiya girtina bersûc hat dayin û rûniştin taloqî 23'yê Kanûnê hat kirin.