Rûniştina Figen Ekti hat taloqkirin

  • 14:08 29 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina aktivîsta TJA'yê Figen Ekti de parêzeran daxwaz kirin ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya şahidiya eşkere û bi derewa kir de lêpirsîn bê destpêkirin. Rûniştin ji bo amadekirina mutalaaya meqama îdiayê hat taloqkirin. 
 
4'emîn rûniştina aktivîsta Tevgera Jınên Azad (TJA) Figen Ekti ya di çarçoveya faliyetên Komeleya Jinê ya Rosayê û Tevgera Jınên Azad (TJA) de tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Figenê Gulşen Ozbek û Mehmet Oner li rûniştinê amade bûn. Hicran Berna Ayverdi ya şahidiya eşkere kir bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
Figena di destpêkê de parastin kir diyar kir ku di salên şahid behs dike de ew nexweş bû û got wê şexseke wiha qet nas nekiriye. Şahidê diyar kir ku ew Figehê ji DOKH'ê ve nas dike û Figenê jin teşwîq kirine ku beşdarî çalakiyan bibin. 
 
Parêzera Figenê Gulşen Ozbek jî daxwaz kir ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya şahidiya eşkere û bi derewa kir de lêpirsîn bê destpêkirin.
 
Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê rûniştin taloqî 8'ê Kanûnê kir.