Ji bo milê hat şikandin gotin 'delîl tune ye'

  • 10:21 29 Îlon 2021
  • Hiqûq
ÊLIH - Di dema çalakiyên grevên birçîbûnê de bi êrişa polîsan milê Parlamentera HDP'ê Felaknas Ûca hatibû şikandin. Li ser vê yekê Feleknas Ûca doza tazmînatê vekiribû. Lê belê Dadgeha Îdarî ya Êlihê bi hinceta 'delîl tune ye' daxwaza tazmînatê red kir. 
 
Di 13'ê Gulana 2019'an de dema çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikirin ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê hatibû xwestin daxuyaniya çapemeniyê bê dayin. Lê belê bi hinceta "qedexeya walîtiyê" destûr ji bo daxuyaniyê nehat dayin û li dijî girseyê êriş pêk hatibû. Di dema êrişê de milê çepê yê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Felaknas Ûca hatibû şikandin. Di 14'ê Gulanê de parêzerên Feleknasê bi dîmenên derbarê bûyerê de û raporên nexweşxaneyê derbarê êrişkaran de ji bo muameleya ne baş û îşkenceya li parlamenter hatiye kirin her wiha di derbarê mafê destnedana parlamenter hatiye binpêkirin de gilî kirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê biryara neşopandina giliyê hatibû kirin dabû. Îtiraza parêzerên Feleknasê kiribûn jî hatibû redkirin. 
 
Dadgehê daxwaza tazmînata manewî red kir
 
Parêzeran têkildarî milê Feleknasê yê hatibû şikandin li Dadgeha Îdarî ya Êlihê doz vekiribûn û bi hinceta delîl tune ye ev yek hat redkirin. Li ser vê yekê jî dadgehê diyar kir ku Feleknasê karê polîsan asteng kiriye û mudaxaleya fîzîkî li dijî polîsan pêk aniye. Her wiha dadgehê dîmenên polîsan bi mertalen xwe mudaxaleyî Feleknasê kirine wekî muameleya ne baş îfade nekir û dadgehê daxwaza tazmînata manewî red kir.