Doza Feleknas Ûca jê tê darizandin hat taloqkirin

  • 11:12 28 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca de daxwaza parêzeran a sekinandina darizandinê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. 
 
Bi hinceta daxuyaniyên di navbera salên 2015 û 2016'an de ku ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca ve hatibû dayin bi idiaya "endamtiya rêxistinê" doz li Feleknasê hatibû vekirn. 13'emîn rûniştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Di rûniştinê de ji ber guhertina şandeya berê girtekên berê hatin xwendin. 
 
Meqama idiayê daxwaza temamkirina babetên kêm kir. 
 
Parêzer Serdar Çelebi gotinên xwe yên nivîskî dubare kir û daxwaza sekinandina darizanina Feleknasê kir. 
 
Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 11'ê Çileya 2022'yan kir.