Hulya Oruç a hat tacîzkirin gilî kir

  • 11:09 28 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Hulya Oruç a ku diyar kir salek e  di warê teknîkî û fizîkî de tê tacîzkirin, duh çû Serdozgeriya Komarê ya Amedê û gilî kir.
 
Hulya Oruç a ku ev salek e li Amedê bi wesayitê tê şopandin û tacîzkirin, di rojên borî de li ser medya civakî parvekirin kiribû. Hulya di parvekirina xwe de gotibû ku tiştek bê serê wê dewlet ji vê berpirs e.
 
'Em ê hîn bibin ku bûyer çi ye'
 
Hulya diyar kir ku dîsa berî bi 20 rojî kesekî nenas  ew bi wesayitê şopandiye û bertek nîşan daye. Hulya anî ziman ku ger wê bertek nîşan nedana wê heman kesî ew bi zorê li wesayitê bikira û berdewam kir, Ev bê ehlaqî ye. Eê li mafê xwe bigerim. Sala borî jî dîsa min tehdît kirin. Bi rojan telefonî min kirin û min gazî qereqolê kirin. Wê demê jî gotin, 'em hevalên te ne û em dixwazin di warê malî û manewî de alîkariyê bidin te'. Dema ku min li polîsan giliyê wan kir jî telefonî min kirin û gotin, 'te giliyê me kiriye çi hewce ye'. Vê carê ez ê bi parêzer re biçim giliyê wan bikin û bûyer çi ye wê derkeve holê."
 
Herwiha Hulya anî ziman ku ew ji ber tişta hatiye serê wê ji kar jî hatiye derxisitn û duh çû Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir.