Parêzer Îlke Işik: Ji bo baroyek bê alî têkoşîn berdewam e

  • 09:31 26 Îlon 2021
  • Hiqûq
Oznur Deger
 
ENQERE - Namzeta OÇAV’ê parêzer Îlke Işik 66’emîn Lijngeya Giştî ya Baroya Enqereyê nirxand û diyar kir ku li ser kursiyê kesî behsa pirsgirêkên derbarê hiqûqê de nekiriye û wiha got: “Ya divê em çareser bikin feraseta rêveberiya baroyê ye û em ê ji bo baroyeke bê alî têkoşînê bidomînin.”
 
66’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Enqereyê di navbera 18-19’ê îlonê de li Bîlkent Odeon pêk hat. Namzeta Koma Parêzerên Hevdem a Azadîxwaz (OÇAV) Îlke Işik, namzetê Koma Parêzerên Çep Demokratîk (DSA)  Serokê niha yê baroyê Erînç Sagkan, namzeta Koma Vefa ya Pîşeyî Sezgîn Ozkan, namzetê Tevgera Demokrasiya Raste Rast (DDH) Nîhad Karsli û namzeta Koma Mafê Parêzeran(AHG) Nazli Dîdem Mogulkoç ketin hilbijartina serokatiya baoryê û serokê heyî Erînç Sagkan dîsa serok hat hilbijartin. Baroya ku 21 hezar parêzer qeyda wan lê heye tenê  ji12 hezarî 920 parêzerî deng bikaranî.
 
Namzeta OÇAV’ê Îlke Işik piştî hilbijartinên Baroyê axivî û da zanîn ku divê feraseta rêveberiya baroya heyî bê guhertin û balkişand ser girîngiya baroyek demokratîk û bê alî.
 
‘Nêzîkatiya li hember Lijneya Giştî mirovan xemgîn dike’
 
Îlkeyê da zanîn ku Lijneya ku di salekê de 4 caran hat taloqkirin, tevlîbûna wê gelek kêm bûye û nêzîkatiya parêzeran a li hember Lijneya Giştî mirovan xemgîn dike û wiha pê de çû: “21 hezar parêzer naxwazin bên lijneyê û temaşe dikin. Parêzer baroyê wek rêxistina xwe ya pîşeyî nabînin. Daxwaza me ya herî mezin baroyek demokratîk a bê alî ye, ji bo ku parêzer xwedî li rêxistina xwe ya pîşeyî derkevin, di organînên biryarê de cih bigirin û baroyek piranî biafirînin. Me ev careke din tespît kir.”
 
‘Kesî behsa pirsgirêkên edelet û hiqûqê nekir’
 
Îlkeyê destnîşan kir ku hema hema beyî wan tu kesî kursiya Lijneya Giştî bikarneaniye, neaxiviye, behsa pirsgirêkên hiqûq, edelet, pîşeyê nekirine û wiha dirêjî dayê: “Lijneya Giştî organa herî jor a Baroya Enqereyê ye. Em divê li wir nîqaş bikin, biaxivin. Divê der barê dema pêş de biryar bên girtin. Lijneyên Giştî ji bo temamkirina prosedura teşeyê rêveberiya heyî nayên kirin. Me jî bi vê ferasetê meşand. Me ji mijara pisgirêka binpêkirina mafan bigirin, heta tiştên ku parêzerê ciwan û parêzerên jin de mafê axaftinê girt. Ji bilî me yek pêşnûmeyek hebû, ew jî der barê mehaneyan bû. Di vî alî de Lijneyek giştî ya balkêş pêk hat.”
 
‘Ya divê bê çareserkirin feraseta rêveberiya baroyê ye’
 
Îlkeyê daxuyakirn ku  Lijneya pêk hatiye nokteya ku hiqûq û rêxistina pîşeyî hatiyê nîşan dide û  bi lêv kir ku parêzerên wisan bi rêxistina pîşeyî bawer nakin û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber cezayê pere hebû parêzer roja duyem hatin deng dan. Di vê roja ewil me lijneya giştî bianiya rewşa ku her kes kursiyê bi kar tîne. Feraseta heyî bi vî awayî baroyê bi rêve bibe, di hilbijartina pêş de dîsa ji bo avakirina lijneyê wê hejmara pêwist nebîne. Wisa nikare bidome. Ya ku divê bê çareserkirin feraseta rêveberiyê ye.  Serokê baroyê got ‘me rexne girtine em ê binirxînin’. Divê ev tablo bê guhertin. Ji ber vê jî em ê şopdarê mijarê bin.”
 
‘Divê mekanîzma ji bo çareseriyê bên avakirin’
 
Îlkeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku demên berê jî bi taybet der barê hevpîşeyên jin û mafê jinan de, pêşnûmeyên hatine qebûlkirin, şopdandine û ev nirxandin kir: “Beriya hilbijartinê hemû  komên bûn namzet behsa pirsgirêkên karker, stajyer û parêzerên ciwan kirin. Tevî ku em nîvê pîşeyê ava dikin, wekê ku parêzerên jin tunene tevdigerin. Axaftina vê mijarê xweşe lê tenê axaftin têr nake. Dema em behsa tekelbûna pîşeyê dikin, em dibêjin ketiye bin sermayê, nerazîbûnê nîşane me didin. Piranî pêşnûmeyên me dan der barê karker, parêzerên ciwan û stajyeran de bûn. Ji bo parêzerên ciwan, stajyer û karker me fonek piştevaniyê pêşniyar kir. Me xwest kaîdeya stajê rabe. Der barê parêzerên jin de jî pêşnûmeyek me hebû, me got ev çima pêk nayên. Me ji bo çareserkirina pirsgirêkan avakirina mekanîzmayên ku dikarin serî lê bê dayîn, bê avakirin. Ev pêşnûme di lijneya borî de hatibû erêkirin. Lê baroya me heta niha tenê bi zora me belgeyek polîtîkayê derxist. Lê wê di vê mijarê de hewldanên me hebin. Me di gelek mijaran de pêşnûme dane. Ji bo baroyek demokratîk û tevliker bê avakirin em ê şopdarên pêşnûmeyên xwe bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”