Li aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn 9 sal ceza birîn

  • 15:47 23 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn a girtî ku îro daneşîna doza wê hat kirin 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku hat destpêkiirn de di 5'ê Nîsanê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Zelal Bîlgîn hatibû binçavkirin û pişter jî hatibû girtin. 11'emîn Daneşîna Doza ku derbarê Zelalê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zelalê ji girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya Pargala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê hat kirin û parêzerên wê Sîdar Gumuş û Diyar Çetedir li daneşînê amade bûn.   
 
Di serî de Zelalê axivî û got ku ew parastina xwe ya nivîskî daye dubare dike, 5 dosya kirine yek û polîsê ku wê sûcdar kir derewand. Zelalê diyar kir ku tu elqeya wê bi tiştekî îlegal tune ye û daxwaza berdana xwe kir. 
 
Parêzerên Zelalê Sîdar Gumuş û Diyar Çetedir, parastin kirin ku gotin ku sûcdariyên derbarê muwekîla wan de nehatine lêkolînkirin. 
 
Dozger di danişîna beriya niha de mutalaya xwe dabû û dîsa mutalaya xwe dubare kir. Zelalê parastina xwe bi awayek nivîskî ku bi kurdî amade kiribû pêşkêşî dadgehê kir. Zelalê di parastina xwe de dibêje ku sûcên xistine stûyê wê nekirine, red dike û ev sûcdarî ji ber niyeta xerab a polîsan hatiye kirin. 
 
Parêzerên Zelalê  parastina miwekîla xwe kirin û diyar kirin ku sûcdariyên li miwekîla wan tên kirin bêyî were lêkolînkirin û doz were lêkolînkirin û nîqaşkirin lê wek ceza hatiye birîn. Parêzeran xwest doz were lêkolînkirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Parêzeran got nabe miwekîla wan ji ber van sedeman ango sûcdariyan were cezakirin û xwestin miwekîla wan were berdan . 
 
9 sal ceza danê 
 
Heyeta dadgehê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza li zelalê birî û daxistina ceza jî nesepand. Heyetê ji sûcdariya “propaganda rêxistinê” jî derbarê Zelalê de biryara beraetê da û dewama girtina wê xwest.