Rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat taloqkirin

  • 12:10 22 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - 1'emîn rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji ber gotina "Birêz Ocalan" tê darizandin hat dîtin. Rûniştin ji ber girêdana 'SEGBÎS'ê' pêk nehat hat taloqkirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 16'ê Îlona 2020'î de li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê di daxuyaniya "Banga ji bo aştiyê" de axivî bû. Leyla Guven ji ber di axaftina xwe de gotibû "Birêz Ocalan" bi hinceta "Bêîtibarkirina Dewleta Komara Tirkiyeyê, Teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê, pesindayina sûcdar" doz lê hatibû vekirin. 1'emîn doza ku hatibû vekirin hat dîtin. 
 
Rûniştina li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Colemêrgê hat dîtin ji ber girêdana 'SEGBÎS'ê' pêk nehat ji aliyê heyeta dadgehê ve hat taloqkirin.