Daneşîna Efe yê ku wesayita zirxî lê hat qelibandin taloq kirin

  • 16:53 21 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna polîs Î.A. yê ku di sala 2019'an de bi wesayita zirxî ku lê qeliband Efe Tektekîn qetil kir hat taloqkirin.
 
Li Baglara Amedê li Kolana Emekê di 11'ê Îlona 2019'an de zarokê 5 salî Efe Tektekîn dema ku ji kolanê derbas dibû polîs Î.A. wesayita zirxî lê qeliband û Efe jiyana xwe ji dest dabû. Daneşîna polîsê ku ji dozê tê darizandin Î.A. LI 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
 
Polîsê bersûc tevli daneşîna dozê nebû, parêzer û parêzerê malbata Efe tevli daneşînê bûn. Di daneşîn ku hat kirin de parêzer Sedat Çinar, li dijî beyana ku bavê zarokê Ahmet Tantekîn bi qusûr dibîne dem xwest. 
 
Dadgehê, daxwaza parêzer qebûl kir û doz taloqî 23'yê Kanûnê kir.