Danişîna Rojnamevan Sadiye Eser û Saît Topaloglû hat taloqkirin

  • 16:39 21 Îlon 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza ku nûçegihanê MA'yê Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser jê tên darizandin hat taloqkirin. 
 
Danişîna 5’emîn a doza ku nûçegihanê MA'yê Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişîna ku Saît beşdar nebûyî de Sadiye û parêzerê mudafî Mahmût Erol û Sercan Korkmaz amade bûn. 
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de parêzer Mahmût Erol mafê axaftinê girt, xwest ku dev ji guhdarkirina Ozgur Baran ê derbarê Sadiye û Saît de îfade da bê berdan û têkildarî dosyayê biryar were dayîn. Parêzer Sercan Korkmaz jî xwest ku qedexeya derketina derveyî welat a derbarê Sadiye û Saît de were rakirin. 
 
Piştre, şandeya dadgehê, daxwaza her du parêzeran jî qebûl nekir. Dadgehê biryar da ku ji navnîşana Ozgur Baran ê heta niha beşdarî danişîna nebûyî re tebligat were nivîsîn, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe û danişîn taloqî 18’ê mijdarê kir.