Doza Kobanê di roja 2'yemîn de berdewam dike

  • 12:51 21 Îlon 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna 4'emîn a Doza Kobanê di roja 2’yemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike.
 
Danişîna 4'emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 kes jê tên darizandin, di roja 2’yemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike.
 
Di danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin de, 108 kesên weke bersûc tên darizanin bi 29 sûcdariyên cuda, bi daxwaza 38 caran muebbeta girankirî û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê tên darizandin. Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin, Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê dimîne û girtiyên din bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. 
 
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û di danişîna beriya vê de hatibû berdan, parlementerê berê Îbrahîm Bînîcî, endamên MYK’a HDP’ê yên Berfîn Ozgu Kose û Can Memîş, ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder, Altan Tan, li eywana danişînê amade bûn. 
 
Parlamenterên HDP'ê û gelek kes parêzer tevlî danişînê bûn. 
 

Etîketan:

kobanê doz