Doza rojnameger Durket Suren hat taloqkirin

  • 11:04 20 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Danîşîna doza rojnameger Durket Suren taloqê 13'yê kanûnê hat kirin.
 
Rojnameger Durket Suren ji ber parvekerinên xwe yên li ser Twitterê û belavkirina Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat kiriye bi hinceta “Bi daxwaza xwe alîkarî daye rêxistinê û propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. 7'emîn danişîna doza li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro hat dîtin. Parêzer Resul Temur û Yusuf Erdogan tevlî danişînê bûn. 
 
Dozger ji ber kêmasiyên hin mijaran daxwaza taloqkirinê kir. Heyeta dadgehê biryar da û doz taloqê 13'ê kanûnê kir.