Rûniştina Meryem Soylu hat taloqkirin

  • 14:33 14 Îlon 2021
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Meryem Soylu (81) ya di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER'ê de berdayî dihat darizandin ji ber sedema xisûsên kêm hat taloqkirin. 
 
1'emîn rûniştina doza di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER'ê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" li Meryem Soylu ya 81 salî hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Meryemê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Muhittin Muguç li rûniştinê amade bû. 
 
Meqama îdiyayê daxwaz kir xisûsên kêm bên temamkirin. 
 
Rûniştin taloqî 14'ê Kanûnê hat kirin.