Rûniştina Meryem Soylu hat taloqkirin 2021-09-14 14:33:05   AMED - Rûniştina Meryem Soylu (81) ya di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER'ê de berdayî dihat darizandin ji ber sedema xisûsên kêm hat taloqkirin.    1'emîn rûniştina doza di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER'ê de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" li Meryem Soylu ya 81 salî hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Meryemê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Muhittin Muguç li rûniştinê amade bû.    Meqama îdiyayê daxwaz kir xisûsên kêm bên temamkirin.    Rûniştin taloqî 14'ê Kanûnê hat kirin.