Rûniştina Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar hat taloqkirin

  • 13:52 3 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - Di 10'emîn rûniştina Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin de heyeta dadgehê biryara tehliyeyê red kir û rûniştin hat taloqkirin. 
 
Rûniştina doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin, hat lidarxistin û dîsa nehat berdan. 
 
Rûniştina 10'emîn a doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin û di 15’ê Cotmeha 2019’an de li Enqereyê hatibû girtin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Remziye ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. 
 
Polîsan, beriya rûniştinê Edliyeya Colemêrgê dorpêç kirin û rojnamevan û şandeya HDP’ê ku xwestin rûniştinê bişopînin bi gotina “Fermana serokê dadgehê heye, kes li korîdorê jî nasekine” asteng kirin. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerên Remziye beşdarî rûniştinê bûn.
 
Remziye beyanên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîne. Parêzerên Remziyeyê jî destnîşan kirin ku delîl li dijî hiqûqê hatine afirandin û ji bo xespa qeyûm were meşrûkirin muwekîla wan di girtîgehê de tê girtin. 
 
Dadgeha biryara berdewamiya girtina Remziyeyê da û danişînê taloqî 1’ê Cotmehê kir.