Rûniştina Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar hat taloqkirin 2021-09-03 13:52:24     COLEMÊRG - Di 10'emîn rûniştina Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin de heyeta dadgehê biryara tehliyeyê red kir û rûniştin hat taloqkirin.    Rûniştina doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin, hat lidarxistin û dîsa nehat berdan.    Rûniştina 10'emîn a doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin û di 15’ê Cotmeha 2019’an de li Enqereyê hatibû girtin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Remziye ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.    Polîsan, beriya rûniştinê Edliyeya Colemêrgê dorpêç kirin û rojnamevan û şandeya HDP’ê ku xwestin rûniştinê bişopînin bi gotina “Fermana serokê dadgehê heye, kes li korîdorê jî nasekine” asteng kirin. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerên Remziye beşdarî rûniştinê bûn.   Remziye beyanên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîne. Parêzerên Remziyeyê jî destnîşan kirin ku delîl li dijî hiqûqê hatine afirandin û ji bo xespa qeyûm were meşrûkirin muwekîla wan di girtîgehê de tê girtin.    Dadgeha biryara berdewamiya girtina Remziyeyê da û danişînê taloqî 1’ê Cotmehê kir.