Doza aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn hat dîtin

  • 14:07 23 Adar 2021
  • Hiqûq
 
WAN - 5'emîn rûniştina Endama Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê û Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn a dema hat binçavkirin bi kûçikan îşkence lê hat kirin, hat dîtin. Rojbîn tehliye nebû. 
 
Rûniştina 5’emîn a doza Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a bi îşkenceya kûçikan a polîsan hatibû binçavkirin û girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Rojbîn ji ber tevli xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bûye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Rojbîn ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Rojbîn, Ekîn Yeter û Muhammed Oner beşdarî rûniştinê bûn. Bi hêceta pandemiyê dadgehê destûr neda rêveberên HDP’ê û aktîvîstênTJA’yê dozê bişopînin. 
 
Rojbîn di parastina xwe de anî ziman ku xebatên wê hemû xebatên legal û siyasî ne, îlegalîzekirina xebatên wê nayê qebûlkirin û xwest were berdan. 
 
Parêzeran jî xwest miwekîla wan were berdan. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza berdanê red kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî 17’ê hezîranê kir.