Meşa li dijî komployê, ya li Reqayê dest pê kir

  • 13:26 8 Cotmeh 2024
  • Rojane

 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa girseyî ya li Reqayê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Li gel şêniyên bajêr bi hezaran şêniyên kantonên Dêrazor û Tebqayê tev lê bûne.
 
Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan dimeşin.
 
Girseyê wêneyên Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan… tunekirina dagirkeriya Tirk" hildan. Gaziyên şer û jin pêşengiya meşê dikin ku ji qada Navenda Perwerdeyê ya li naverasta bajêr dest pê kir û dê heta Çerxerêya El Neîm bidome û li Stada Beledî raweste.
 
Girseyê dirûşmên "Na ji tecrîda li ser Rêber re", "Ji bo Serok azadiya fîzîkî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire dewleta Tirk a faşîst" berz dike.
 
Beriya meş dest pê bike, dikandarên bajêr ji bo ku tev li meşê bibin, dikanên xwe girtibûn.