Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê kampanyaya hasthagê destpê dike

  • 14:21 8 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya The International Solidarity Network (Tora Hevgirtina Navneteweyî) wê îşev dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyayeke hashtagê were destpêkirin. Kampanya hasthagê wê di saet 20:00’an de destpê bike.
 
The International Solidarity Network (Tora Hevgirtina Navneteweyî) bi boneya salvegera 26’an Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan wê îşev kampanyayek hasthagê bide destpêkirin.
 
Li gorî daxuyaniya, The International Solidarity Network wê îşev di saet 20:00’an de li dijî komplo û tecrîda mutleq a li ser Ocalan dê kampanyaya hashtagê were destpêkirin. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku bi xurtî beşdarî kampanyayê bibin.
 
Di daxuyaniya The International Solidarity Network de ku bi sernavê “Li dijî Komploya Navneteweyî bangewaziya berxwedanê” hatiye weşandin de hate gotin ku ji gelek aliyan ve Komploya 9’ê Cotmehê tê meşandin û bêhiqûqiyeke taybet ji bo şexsekî û piştguhkirina hiqûqa neteweyî jî li zindana Îmraliyê tê meşandin.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 26 sale bê navber Rêber Ocalan dibin pergala tecrîdê ya mutleq de dîl tê ragirtin û 43 mehe agahî jê nayên standin.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê were zanîn ku tecrîda mutleq a girankirî ya li ser  Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurdan tenê nîne, di heman demê de pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye jî.
 
Her wiha hate gotin: “Yên ku welat û Rojhilata Navîn di nav xwînê de dihêlin û muhtacî edelatê dikin, hêza xwe ji tecrîda giran a li Îmraliyê digirin. Divê neyê jibîrkirin ku şertê ji bo aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn û damezirandina jiyaneke demokratîk li Tirkiyeyê, ji azadiya Birêz Ocalan dest pê dike.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derketina li dijî tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî erkekî dîrokî û mirovî ye û ev bang hat kirin: “Li gel van heqîqetan em bang li her kes û saziyên dost, welatparêz, şoreşger, sosyalîst, jin û ciwanan dikin; roj roja derketina li dijî tecrîda mutleq e, roj roja bilindkirina dengê xwe ya ji bo azadiya Birêz Ocalan e.”
 
Li gorî daxuyaniyê, li dijî Komploya Navneteweyî, îşev li gorî dema Ewropayê saet 19.00’an û li gorî dema Kurdistanê saet 20.00’an li ser platformên dîjîtal dest bi xebata hashtagê tê kirin.