Doza aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn hat dîtin 2021-03-23 14:07:35     WAN - 5'emîn rûniştina Endama Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê û Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn a dema hat binçavkirin bi kûçikan îşkence lê hat kirin, hat dîtin. Rojbîn tehliye nebû.    Rûniştina 5’emîn a doza Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a bi îşkenceya kûçikan a polîsan hatibû binçavkirin û girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Rojbîn ji ber tevli xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bûye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Rojbîn ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Rojbîn, Ekîn Yeter û Muhammed Oner beşdarî rûniştinê bûn. Bi hêceta pandemiyê dadgehê destûr neda rêveberên HDP’ê û aktîvîstênTJA’yê dozê bişopînin.    Rojbîn di parastina xwe de anî ziman ku xebatên wê hemû xebatên legal û siyasî ne, îlegalîzekirina xebatên wê nayê qebûlkirin û xwest were berdan.    Parêzeran jî xwest miwekîla wan were berdan.    Şandeya dadgehê daxwaza berdanê red kir û ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî 17’ê hezîranê kir.