
Rejîma Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li Gelare Ebasî birî
- 12:07 25 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li çalakvana siyasî Gelare Ebasî ya li Tehranê, ji aliyê rejîma Îranê ve ji du sûcdariyên cuda cezayê girtîgehê hate birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan Herana ragihand ku rejîma Îranê cezayê girtîgehê li çalakvana siyasî Gelare Ebasî biriye.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan Heranê, Gelare Ebasî ya 49 salî ya xelkê Tehranê, ji aliyê beşa 23’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi 4 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Hat diyarkirin ku çalakvana siyasî bi sûcdariya ‘kombûn û komployên li dijî asayîşa neteweyî û propagandaya li dijî dewletê’ hatiye sûcdarkirin. Hêjayî gotinê ye ku di 17’ê Sibata îsal de çalakvana siyasî Gelare Ebasî li mala xwe ya li Tehranê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve, bêyî fermana dadwer hat binçavkirin û wê şandin Girtîgeha Evînê. Di 28’ê Adarê de bi şêweyek demkî û bi dayîna milyarek tümen, heta dema darizandinê hatibû berdan.