Li Arjantînê coşa Newrozê

  • 18:30 30 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Buenos Aires a Arjantînê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşmeya, “Civaka Demokratîk û Aştiya Kurdistanê” pêk hat, bi tevlîbûna zêdetirî 150 kesî re bi coşekê mezin derbas bû.
 
Di çalakiya ku bi pêşengiya ATE-Nacional pêk hat de li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û çanda Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de behsa dîroka Newrozê û wateya wê ya ji bo gelê Kurd hat kirin.
Komên muzîkê yên Buenos Airesê, koma dîlanê ya girêdayî Ermanan û hunermend Georgia Andino heta derengê şevê bi pêşkêşiyên xwe coşekê mezin avakirin.
 
Gelek nûnerên tevgera jinê û parazvanên mefê mirovan jî tevlî şahiyê bûn û axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ku şoreşa jinê ya Kurdistanê li hemû cihanê kelecan û hêviyek mezin ava kiriye.
 
Hate ziman ku Newroza îsal a ku agirê azadiyê ji Kurdistanê heta Arjantînê gihandiyê berxwedana hezaran salan û yekîtiya gelan xurtir kiriye. Di şahiyê de Alîna Sanchez û Berta Caceres ên ku gelek feydeyê wan a ji tevgera azadiya Kurd re çêbûne jî hatin bibîr anîn.