
Dîrok, berxwedan û rêwitiyek: 4’ê Nîsanê
- 09:03 30 Adar 2025
- Rojane
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN - Gel carek din 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê tên gel hev. Bi salane tevî qedexe û qetilkirinan Gelê Kurd, vejîna xwe ya nû pêşwazî dikin û îsal jî pêşwazî dikin.
4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hişê civakê de ne tenê dîrokek biyografîke; guherîna paradîgmayekê, îradeya çareseriya demokratîk û sembola diyaloga navbera gelan e. Heyeta Îmraliyê 26’ê Mijdarê de çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Her wiha di 22’yê Sibat û ya sêyemîn jî 27’ê Sibatê de pêk anîn.
Van hevdîtinan wateyek cuda bi 4’ê Nîsanê dan qezenckirin. Gel vê wek hêviyeke nû dibînin û xwedî lê derdikevin. 4’ê Nîsanê êdî ne wek rojbûnekê, wek astek krîzîk ya baweriya civakê ya ji nûve şîn bûye tê dîtin.
Me ber bi 4’ê Nîsanê, kronolojiya pîrozbahiyên "Rêwitiya ber bi rojê" ya xwe gîhandina Amarayê berhev kir.
2004: Yekem car hat xwestin pîrozbahî pêk bê. Tevî astengiyan bi tevlibûnek sînor li gundê Amara bi malbatê re rojabûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Li Xelfetiyê polîsan tundî li hezaran kesî kir.
2005: Girse di riya navbera Xelfetî û Bêrecukê de li Karataş hat sekinandin. Polîsan êrîşê girseyê kirin û gelek kes birîndar bûn. Gel barîkat hilweşandin û parastina xwe kirin. Gel gir bezandin û rojbûna Abdullah Ocalan li Amarayê pîrozkirin.
2006: Gel ji gelek bajaran ber bi Amarayê ve dest bi meşê kirin û li Bêrecukê hatin sekinandin. Gel li dora Çemê Firatê dest bi pîrozbahiyan kir. Wek salên berê komekê xwe gîhand Amarayê û rojbûn pîroz kirin.
2007: Bi hezaran kesî ber bi Amarayê ve dest bi meşê kirin û di pevçûnan de bi dehan kes birîndar bûn. Tevî astengiyan rojbûna Abdullah Ocalan li mala wî ya hatiye dinê hat pîrozkirin.
2008: Bi hezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gel hev. Pîrozbahî veguherî mîhrîcanê. Şeva 3’yê Nîsanê platform hatin avakirin, stran hatin gotin, govend hatin gerandin. 4’ê Nîsanê gel ber bi Amarayê ve ketin rê. Lê carek din êriş kirin û gelek kes birîndar bûn.
2009: Gel bi dirûşmeya "Azadiya te azadiya me ye" li Alîgorê hatin gel hev. Li Alîgorê dar hatin şandin û pêşiya riya Amarayê hat girtin. Êriş kirin. Di êrişan de xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û karkerê înşatê Mustafa Dag hatin qetilkirin.
2010: Bi hezaran kes bi dirûşmeya "Vejîna te vejîna me, azadiya te azadiya me ye" meş pêk hat. Heyetek şandin Amarayê vegerê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan hatin bibîranîn.
2011: Bi dehzaran kes li Xelfetiyê hatin gel hev. 3’yê Nîsanê de pîrozbahî pêk hat. Sibeha 4’ê Nîsanê de gel ber bi Amarayê ve ketin rê û dîsa hat astgengkirin. Lê gel ev asteng hilweşandin û komekê xwe gîhand Amarayê û rojbûn pîroz kir.
2012: Li hember gelê ku xwest xwe bigihînin Amarayê pêkanînên OHAL’ê ketin dewrê. Ketinên Rihayê hatin astengkirin.
2013: Bi dehzaran kes li Xelfetiyê hatin gel hev û pîrozbahiya rojbûnê kirin.
2014: Piştî hilbijartinên herêmî bi destxistina şaredariya Xelfetiyê li Xelfetiyê pîrozbahiya Rojbûnê bi tevlibûna hezaran kesî pêk hat.
2015: Li Xelefetiyê 66’emîn rojbûna Abdullah Ocalan bi kelecanek mezin pêk hat.
2016: Pêşiya hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hat birîn û heyeta Îmraliyê hevdîtina dawî 5’ê Nîsana 2015’an de pêk anîbû. Piştî vê meşa berbi Amarayê ya 2016’an daxwaza rakirina tecrîdê hat kirin. Bêguman rê hatin girtin lê gel astengî hilweşandin û xwe gîhandin Amarayê.
2017: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojbûna Abdullah Ocalan organîzekirin. Tevî qedexeyan gel bi rojan berê çûn Amarayê. Lê rojnameger û kesên xwe gîhandibûn Amarayê hatin derxistin. Li gund komekê rojbûn pîroz kirin.
2018: Pîrozbahiya 69’an jî hat qdexekirin û hefteyek beriya 4’ê Nîsanê Amara xistin bin dorpêçê. Ketin û têketinên Xelfetî û Amarayê hatin astengkirin. Destur nedan gel biçin Amarayê.
2019: Walîtiya Rihayê navbera 1-6’ê Nîsanê de ‘Qedexeya çalakî û bernameyan’ îlan kir. Amara hat dorpêçkirin û riyên diçûn Amarayê hatin girtin. KCD’ê bang kir ku her kes li cihê dimîne pîrozbahiyê bikin.
2020: Ji ber covîd-19 pîrozbahî nehat kirin. Lê tevî vê AKP’ê Amara dorpêç kir. Kurdan li malên xwe rojbûn pîroz kirin.
2021: Tevî astengiyan meşa "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" pêk hat.
2022: Li gelek bajarên Ewropayê rojbûna Abdullah Ocalan bi bernameyên cuda hat pîrozkirin.
2023: Tevî hemû astengiyan meşa "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" meş pêk hat. Gel li Kawşaxa Payamli ya Riha-Dîlokê hatin gel hev û rojbûn pîroz kirin.
2024: Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve" meşek li dar xist. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelê ku tevî hemû astengiyan xwe gihandin navçeya Xelfetî. Ji ber dorpêça Amara ji aliyê leşker û cendirmeyan ve çalakî li Xelfetiyê hat lidarxistin. Her wiha li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê şahî hatin lidarxistin.