
Li Kolanên Şengalê xebatên 8’ê Adarê
- 18:43 2 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê pankartên bi dirûşmeya, ‘Em bi jin jiyan azadî, ji qirkirina jin re bêjin na’ ku wêneyên şehîdên jin ên pêşeng li serin, li Borik û Sinûnê daliqandin. Jinên Êzidî bi coşa peyama Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan xwe amade dikin ji bo 8’ê Adarê pêşwazî bikin.
Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo pêşwazîkirina ‘Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar’ 8’ê Adar ê li gund û komelgehên Şengalê pankart daliqandin.
Li ser pankartan dirûşmeya TAJÊ ya îsal a 8’ê Adarê, ‘Bi jin jiyan azadî, ji qirkirina jin re bêjin na’ hatiye nivîsîn û wêneyên şehîdên pêşeng ên jinên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Kurd hebû. Jinên Êzidî ku bi daliqandina pankartan Şengalê bi rengê 8’ê Adarê dixemilînin, piştî Xanesor, Tilizêr, Sîba Şêx Xidir, navenda Şengalê, li nahiya Sinûnê û komelgeha Borikê jî daliqandin.
TAJÊ di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li ser wateya rojê, girîngiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo jinan û mêran semînerên hevbeş û cûda bide. Her wiha ji bo tevlîbûneke girseyî çêbibe jî, dê li herderê belavok werin belavkirin, serdana hêzên parastinê yên jin YJŞ’ê bikin û di roja 8’ê Adarê de meş û şahî lidar bixe.