Li Yalovayê jinekê di şewatê de jiyana xwe ji dest da
- 19:20 1 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yalovayê di encama şewata ku ji ber sobeya ceyranê di malekê de derket jina 55 salî ya nexweşa MS, Ummugul Goçuk jiyana xwe ji dest da.
Li Yalovayê di şewata ku ji ber sobeya ceyranê pêk hat, jina bi navê Ummugul Gocuk (55) ya nexweşa Multiple Skleroz (MS) jiyana xwe ji dest da.
Piştî kesên derdorê agahî dan, ekîbên tenduristî, îtfaye û polîsan hatin cihê bûyerê û mudexaleyê şewatê kirin.
Ekîban cenazeya Ummugul Gocuk rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê.
Der barê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.