‘Em dest ji israra maf, hiqûq û edaletê bernadin’
- 09:05 4 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Ji xizma girtiyan Fînce Akman balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyar kir ku li girtîgehan qadên jiyana girtiyan teng bûne û şert her diçin giran dibin.
Binpêkirinên mafn ên li girtîgehan her diçin giran dibin û girtî bi binpêkirinên mafan ên cidî re tên rû hev. Binpêkirinên mafan ku her roj li wan yek nû lê zêde dibe veguherîne îşkenceyê.
Ji xizma girtiyan Fînce Akman ji JINNEWS’ê re axivî û da zanîn ku qada jiyanê ya girtiyan her diçe teng dibe û şert û merc giran dibin.
Fînce Akman da zanîn ku mafê herî sereke û hewcedariyên girtiyan tên binpêkirin û wiha vegot: “Min du meh berê mont û gore ji kurê xwe Yakup akman re şand. Lê hîna nedane kurê min. Girtiyên siyasî tevî nexweşin jî ji bo wan tedbîr nayên girtin. Kurê min û girtiyên din bi binpêkirinan re tên rû hev. Girtî ji bo xwendinê pirtûkan dixwazin lê nadin. Daxwazên wan nayên cih. Zarokên me ji xwe girtî ne. Wan jî ava paqij jî bêpar dihêlin. Cil û bergên kalin nadin zarokên me. Çi dixwazin nadinê. Cezayan li pey hev didin girtiyan. Qedexeya telefonê ya hevdîtinê û cezay,ê hucra yek kesî didin.”
‘Divê daxwazên zarokên me bên cih’
Fînce Akman destnîşan kir ku li hember gelê Kurd êrîşek mijara gotinê ye û wiha bi lêv kir: “Rojnamegerên Kurd tên qetilkirin, tên girtin. Sedema wê jî ev e ku rojnameger rastiyê derdixin holê. Tirkiye ji bo şerma xwe veşêre li her qadê êrîşê Kurdan dike. Zarokên me digirin û davêjin girtîgehan. Madem wisa berpirsyariya xwe bînin cih. Divê daxwazên zarokên me bên cih.”
‘Em binpêkirinan qebûl nakin’
Fînce Akman wiha dirêjî dayê: “Kurê min nexweşe. 5 sale krema vazelîn dixwaze. Ji bo birînên wî baş bûn. Em pere dişînin ji bo zarokên xwe destur nadin wê jî. Tevî pereyê me ye nadinê. Wê vazelînê jî nadin. Sedema wê ezyetkirin e. Binpêkirin zêde bûne. Em ê maf û hiqûqê ji kê bixwazin Êdî bes e. Sebra me nemaye. Kezeba me dişewite. Bila destên xwe ji ser zarokên me bikşînin. Em ê li pey doza zarokên xwe bin.”
'Hûn nikarin me bixapînin'
Fînce Akman daxuyakirin ku wê heta dawî zarokên xwe biparêzin û yekane daxwaza wan edalete. Fînce Akman wih dawî lê anî: “Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em Kurd in. Hûn çima rojnamegeran qetil dikin. Tu ferqa we ji DAIŞ’ê tune ye. Hûn nikarin me bixapînin. Em ê heta dawî ji bo zarokên xwe têbikşin. Em dest ji israra xwe ya maf, hiqûq û edaletê bernadin.”