Ji ser sînorê Qamişloyê peyam: Divê gavên şênber bên avêtin
- 16:46 1 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê ya Bajarê Mûşê Sumeyye Boz di çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên li ser Rojava ku 20 roj in li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo berdewam dike de axivî û got, “Ji ber ku dizanibûn mifteya çareseriyê Îmrali ye bang li Birêz Abdullah Ocalan kirin. Divê êdî gavên berbiçav bên avêtin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.” HJerwiha di nobetê de ji bo meşa sibe jî banga tevlibûnê hat kirin.
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin di roja xwe ya 20’emîn de didome.
Girseya ku di saetên nîvro de dest bi kombûnê kir, bi pêşmalkên spî yên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Ji şer re na", "Bîjî berxwedana Rojava" bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava.
Di roja 20’emîn a nobedê de ji Mûş û navçeyên wê gelek kes çûn serdana çalakgeran û piştgirî dan çalakiyê. Rêxistinên bajar û navçeyên DEM Partiyê ya Mûşê bi pankarta "Rojava rûmeta me ye" ketin qada çalakiyê û bi dirûşma "Bîjî berxwedana Rojava" piştgirî dan çalakiyê.
'Rojava rûmeta Rojhilata Navîn e'
Di daxuyaniya hat dayîn de Hevserokê DEM Partiyê Mûşê Ahmet Tanriverdî bi silavkirina berxwedana Rojava dest bi axaftina xwe kir. Ahmet Tanriverdî got, “Berxwedana Rojava wê heta dawiyê bidome. Divê her kes bizane ku gelê Rojava ne bi tene ye. Bila gelê Rojava bizanibe ku ew ne bi tenê ne. Rojava rûmeta Rojhilata Navîn e."
'Divê gavên şênber bên avêtin'
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad û got, “Kedkarên çapemeniya azad ên ku rastiyê ji hemû cîhanê re radigihînin, ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve tên qetilkirin. Lêgerîna heqîqetê ya Cîhan û Nazim bi dawî nebû, tê t^koşîm bidome. Dixwazin statû û nasnameya Kurd a li Rojava tune bikin. Çawa ku bi salan nekarîn me bi hîle û şerên qirêj teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin me bindest bikin. Yên ku li hemberî van çav û guhên xwe girtin hebûn. Ji ber ku dizanîbûn mifteya çareseriyê Îmralî ye, bang li Birêz Abdullah Ocalan kirin. Ew dizanin ku ev rê bêyî wî nayê meşandin. Heta ku pêvajoya diyalogê dest pê neke çareseriyeke mayînde pêk nayê. Ji ber vê yekê em banga xwe dubare dikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Ji ber ku hîna tecrîd didome. Em nikarin bibêjin ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gav hatiye avêtin. Divê êdî gavên şênber bên avêtin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. “
Di daxuyaniyê de ji bo meşa sibe wê ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişlo bê lidarxistin bangawazî hate kirin û hate gotin ku divê her kes piştgiriyê bide meşê.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.