ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
- 09:00 10 Sibat 2024
- Rojev
*Emîne Unal ku jiyana wê bi koçberî, îşkence û têkoşînê derbas bû, diyar kir girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ewil di xewna xwe de piştre jî di televîzyonan de dîtiye û piştî vê derketine kolanan û protesto kirine û got: “Ew negihiştin armanca xwe dê negihijîn jî." BI DÎMEN
*Esnaf Sevîl Dîrîcan ya di erhejê de dukan wê xera bû û saleke ji bo dukana xwe têdikoşe wiha got: “Me ji CÎMER’ê re nivîsî. AKP li me venegeriya. Bi tevlibûna Mehmet Ozhasekî li Sûka Bakircilar merasîma avêtina hîm pêk hat. Piştî hîm hat avêtin şûnde xebat hatin sekinandin. BI DÎMEN
*Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Hatîce Şeker da zanîn ku kapîtalîzmê nirxên civakî û olî hedef girtine, jin kirine meta û got serhildana ‘jin jiyan azadî’ ya li dijî vê pêşketiye girînge. DÎMEN HEYE
*Meşvana Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr, bal kişand ser "Meşa Mezin a Azadiyê" û got: "Ji ber ku Abdullah Ocalan 75 salî ye me bi 75 kesan des bi meşê kir. Me ji her rawestgehê hêzeke mezin girt." BI DÎMEN