Li New Yorkê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin
- 14:08 28 Hezîran 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê New Yorkê yê DYE’yê êrîşên dewleta tirk hatin protestokirin.
Bi banga komeleyên Kurdan a Emerîkayê (AKA), Emmergency Commîttee For Rojava û Cîty Kurd li Ûnîon Sqûare Parkê ya li New Yorkê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.
Êrîşên ku dewleta tirk dibe ser Rojava û êrîşa ku di 20’ê Hezîranê de li dijî rêveberiya Qamişloyê hate protestokirin.
Çalakvanan sloganên ku dewleta tirk protesto dikin berz kirin û banga parastina Rojava kirin.