Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kiran: Divê mafê hêviyê ji bo her kesî pêk bê

  • 09:02 31 Adar 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran, da zanîn ku piştî banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê de kiribû, divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Divê şert û merc pêk bên ku pêvajoya aştiyê bê meşandin.
 
Serokê giştî yê MHP’ê 22’yê Cotmeha 2024’an de tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û banga "Rêxistinê tasfiye bike" li Abdullah Ocalan kir. Devlet Bahçelî got di rewşa ev bê bila pêşeiya sererastkirinên qanûnî yên der barê ‘mafê hêviyê’ de bên kirin. Tevî 5 meh derbas bû jî der barê mafê hêviyê de tu gav nehatine avêtin. Vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan banga dîrokî kir. Piştî banga dîrokî PKK’ê agirbest îlan kir lê hîna jî der barê mafê hêviyê de gav nehatiye avêtin.
 
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Wanê Ayten Kiran, derbarê mafê hêviyê de nirxandin kir.
 
‘Divê pêvajo bê kêmasî bên cih’
 
Ayten Kiran got, Devlet Bahçelî mafê hêviyê li meclîsê aniye ziman û got divê mafê hêviyê pêk bê. Ayten Kiran wiha nirxandina xwe kir: "Mirovan seranserê jiyanê nikare girtî bimîne. Mirovên 25 salan girtî dimînin divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin, bigihêjin azadiya fîzîkî. Yek ji sedemên ku Devlat Bahçelî anî ziman derbarê Birêz Abdullah Ocalan de bû. Piştî hevdîtinan mafê hêviyê hatin ziman. Bêguman em kêliyên van hevdîtinan nizanin lê em girîng dibînin. Ev pêvajo bo Kurd û Tirkan girîng e. Ji ber vê divê bê kêmasî bê cih.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Ayten Kiran daxuyakirin ku şerta ewi berdana çekan a PKK’ê bû û PKK’ê li hember vê daxuyanî da û agirbest îlan kir. Ayten Kiran ev tişt vegot: “Divê êdî dewlet gavekê bavêje. Ji ber her du alî runiştin û ev axivîn. Devlet Bahçelî dîsa ji bo Abdullah Ocalan got ‘lîderê damezrandina rêxistinekê ye û xwedî gotine’. Ev jî li meclîsê bi koma xwe da qebûlkirin. Ger hevdîtin hatibin kirin teqez hinek gav jî hatine danîn. Divê yek ji van gavan  girtiyên nexweş bin. Divê bi mafê hêviyê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo aştiyê divê ev bên kirin.”
 
‘Gelê Kurd ji bo aştiyê amade ye’
 
Ayten Kiran wiha dirêjî dayê: “Ger aştiya civakî bê xwestin divê bandora vê bê dîtin. Gelê Kurd ji bo vê amade ye. Ji bo vê divê gav bên avêtin. Divê operasyon bidawî bin. Divê polîtîkayên qeyûm bên rawestandin. Hîna operasyon didomin. Divê ev bidawî bin û polîtîkayên qeyûm bên rawestandin. Divê êdî gelek tişt bin sîwaneya TBMM’ê de bên çareserkirin.”
 
‘Divê Birêz Ocalan azad bibe’ 
 
Ayten Kiran daxuyakirin ku divê hêviyê hêviyê pêk bê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û got: “Ji bo pêvajo baş bimeşe divê azadiya fîzîkî pêk bê. Divê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyên siyasî pêk bê. Divê Dewlet Bahçelî jî bibe şopdarê gotina mafê hêviyê.”