Meclîsa Jinan a DEM Partiyê serdana goristanan kir

  • 12:02 30 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Amedê çû serdana gora Sultan Uçakan, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gorên Sûltan Uçakan, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran ên li Amedê hatin qetilkirin ziyaret kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar, parlamentera Amedê Adalet Kaya, hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarê serdanê bûn. 
 
Jin destpêkê hatin ser gorên Rojîn Kabaîş û Sultan Uçakan ên li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rêzana Amedê, sersaxî ji malbatê re xwestin û dua kirin. Piştre jinan gul danîn ser goristanan û çûn ser gora Narîn Guran a li gundê Çûlî. 
 
Jinên ku hatin ser gora Narîn Guran û li wir gul danin ser gorê, dua kirin û axaftinên kurt kirin. Gulşen Ozer a yekemîn axivî û got: "Narîn ne li vir, diviyabû Narîn li derve bilîsta. Em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de kujer bên dîtin."
 
Dû re Halîde Turkoglu jî diyar kir ku ew hêvî dikin ku di nav civaka ku ew têde dijî de carek din bûyerên wiha neqewimin û wiha bi lêv kir: "Li vir em rastî civaka ku çawa dirize û dejenere dibe. Li welat her roj komkujiyên zarokan dewam dikin. Weke jin em di têkoşîna xwe de israr dikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û siberoja azad ava bikin û xwedî li hemû zarokên derkevin."
 
Serdana goristanan piştî axaftinan bi dawî bû.