Ji Wezîrê Dadê bersiva Îmraliyê: Divê em sebir bikin
- 11:44 18 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, li ser pirsa serlêdana Îmraliyê got, "Piştî hevdîtinên budçeyê qediya wê biryareke muhtemel bê dayîn."
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ya ji bo di 26'ê Mijdarê de biçin Îmraliyê, careke din bersiv da pirsên rojnamevanan.
Wezîrê Dadê der barê serlêdana Îmraliyê de got, “Em ê demeke guncav diyar bikin. Li gorî vê yekê, divê em hinekî bi sebir bin. Jixwe danûstandinên butçeyê hene. Bêguman piştî ku budce biqede dê biryarek were dayîn."