Danişîna doza Şerîfe Muhamedî hat taloqkirin

  • 12:24 21 Kanûn 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Doza Şerîfe Muhamedî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû betalkirin, carek din hate dîtin. Serokê dadgehê danişînê taloqî dîrokeke nediyar kir.
 
Piştî ku cezayê îdamê ya çalakvana mafên karkeran Şerîfe Muhamedî ku di 12’yê Cotmehê de li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî bû, hat betalkirin, danişîna wê roja 19’ê Kanûnê li 2’yemîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Şerîfe Muhamedî û parêzerê xwe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê beşdarî danişînê bûn.
 
Daxwaza parêzeran a ji bo Şerîfe Muhamedî li dadgehê amade bû hat redkirin. Serokê dadgehê danişîn taloqî dîrokeke nediyar kir.