Cîhan Bîlgîn kirine hedef û qetil kirine

  • 11:16 22 Kanûn 2024
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Hate hînbûn ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn a li Rojava hat qetilkirin, bûye hedef û hatiye qetilkirin. Bavê Cîhan Bîlgîn Mehmet Nesîm Bîlgîn, diyar kir ku MÎT'ê beriya ku Cîhan bê qetilkirin 20 roj berê li Qeymeqamtiya Mîdyadê bi wî re hevdîtin pêk anî û got, “Gotin em dixwazin ji bo kurê te yê nexweş hevdîtinê bikin û gotin em ji weqfê ne. Ez jî çûm Qeymeqamtiya Navçeyê, lê ji îstixbaratê 2 kes hatin. Di destê wan de dosyayek û defterek hebû û ji min re pirsên wek ‘Cîhan li ku ye?' kirin. Xwestin ez ji Cîhanê agahiyan bigirim û ji wan bi rê bikim."
 
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê jî di roja 13’emîn de berdewam in. Dema rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi êrişan SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin. Di nava 5 salan de dewleta tirk 9 rojnameger qetil kir. 
 
Rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî ya hestiyar, bi taybetî hevkarên wan, ev 3 roj in li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rojnamegerên ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, çalakiyan li dar dixin.
 
Dema ku malbata Cîhan Bîlgîn li Mala Şînê ya Hacî Îsa ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê serdan qebûl kir, derket holê ku Cîhan bi rojan bûye hedef û hatiye qetilkirin.
 
Ji qeymeqamtiya navçeyê telefon kirin û derket holê ku MÎT e
 
Bavê Cîhan Bîlgîn Mehmet Nesîm Bîlgîn, anî ziman ku MÎT'ê beriya ku Cîhan Bîlgîn were qetilkirin bi qasî 20 rojan ji Qeymeqamtiya Navçeyê telefonî wî kiriye û pê re hevdîtin kirine her wiha 9 roj berê jî telefonî wî kiriye û der barê Cîhan Bîlgîn de agahî jê xwestiye û xwestine ew cihê Cîhan Bîlgin ji wan re bibîne. Mehmet Nesîm Bîlgîn bûyera qewimî wiha vegot: “20 roj berê ji telefona Qeymeqamtiya Midyadê telefonî min kirin û gotin ku em ji weqfê digerin û em dixwazin ji bo kurê min ê nexweş biaxivin. Ji ber vê yekê ez di saeta diyarkirî de çûm Qeymeqamtiya Navçeyê. Qeymeqam tune bû, lê ji îstixbaratê du kes hatin. Di destê wan de dosyayek û defterek hebû. Wêneyê Cîhan jî hebû. Wan ez birin oda li derveyî qeymeqamtiyê. Paşê dest bi lêpirsîna min kirin. Pirsên wekî 'Cihan li ku ye?' kirin. Her wiha zarokên min ên li Ewropayê jî pirsîn. Min ji wan re got zarokên min li Ewropayê ne. Bi israr pirsîn Cîhan li ku ye û min jî got ez nizanim li ku ye. Paşê wêneyê Cîhan nîşan dan û gotin ku ew li Rojava rojnameger e. Piştre ji min xwestin ku ez agahiyê ji Cîhan bistînim.”
 
Ji wan hat xwestin ku bi Cîhanê re têkilî daynin
 
Mehmet Nesîm Bîlgîn, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê îstîxbaratê 2 caran ji bo Cîhan Bîlgîn geriyane û got, "Piştre 2 caran telefonî min kirin û gotin 'te tu agahî negirtiye ?' Min got ku tu pêwendiya min tune ye û tu agahî min negirtine. Wan gotin 'Em dixwazin ku hûn bi wan re têkilî daynin û telefonî me bikin. An jî bila ew li me bigere'.  Hejmara telefonên xwe dan min û gotin, 'Ger hûn agahiyê bi dest bixin bila me agahdar bikin." Dûre bi qasî 9 rojan beriya şehadeta Cîhanê careke din telefon kirin û gotin, 'We xeberek negirt?' Min got agahiya min ji Cîhanê nîne. Ji min re gotin ku Cîhan li Rojava ye û bi pasaportê çûye wir."
 
'Çek, roket û tankên wê tune bûn, ew çapemenî bû'
 
Xwişka Cîhan Bîlgin, Zeynep Bîlgîn bertek nîşanî qetilkirina Cîhan Bîlgîn da û got, “Eger hûn Misliman bin qetlîam ne helal e. Ger tiştek bûya, we dê îfadeya wê bigirta. Ew sivîl bû, endama çapemeniyê bû û çeka wê tune bû. Li Cîhanê ne çek, ne roket, ne tank û ne jî balafir hebûn. Ew sivîl bû. Ew rojnamevan bû."