MKG û DFG çûn şîna rojnamegeran Nazim Daştan
- 15:11 22 Kanûn 2024
- Rojane
AGIRÎ – MKG û DFG’ê ji bo rojnameger Nazîm Daştan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin li Giyadînê çûn şînê. Di serdana şînê de peyama berdewamkirina têkoşîna heqîqetê ya bi cesaret hat dayîn.
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê ji bo Nazim Daştan ê ku di êrîşa 19’ê Kanûnê ya bi SÎHA'yên Tirkiyeyê de li gel hevrêyê xwe Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand hatin qetilkirin, li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hat danîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnameger çûn şînê.
Nûnerê DFG'ê yê Wanê Adnan Bîlen di serdana xwe ya sersaxiyê de axivî û diyar kir ku Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn di lêgerîna heqîqetê de ne. Adnan Bîlen diyar kir ku rojnamegerên hatin qetilkirin dema xwestin li erdnîgariya ku lê dijîn tiştên ku diqewimin ji cîhanê re ragihînin hatin qetilkirin û got, “Bedela vê yekê bi canê xwe dan. Weke hevrêyên wan em ê têkoşîna heqîqetê ya ku wan neqedandiye bi lehengî bidomînin. Em ê dev ji meşaleyên ku tariyê ronî dikin bernedin."
'Ez bi zarokê xwe serbilind im'
Dayika Nazim Daştan, Zozan Daştan serdanên sersaxiyê qebûl kir û wiha got: “Hûn hemû Nazim in. Ez bi zarokê xwe serbilind im. Tişta ku ez pê xemgîn bûm ew bû ku armancên Nazim neqediyane. Lê belê gumana min tuneye ku hûn ê van armancan pêk bînin."