Ji ber ‘Nazim û Cîhan’ derheqê T24 û Seyhan Avşar de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 10:11 22 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber nûçeya “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin” derheqê T24’ê de û ji ber parvekirinên têkildarî qetilkirina rojnamegeran, derheqê rojnameger Seyhan Avşar de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Têkildarî nûçeya bi sernavê “Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin” a li ser T24 hate weşandin û parvekirina li ser medya dîjîtal a derhênera weşana giştî ya Gerçek Gundemê rojnamevan Seyhan Avşar, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina agahiyên şaş li nava gel” lêpirsîn da destpêkirin.
 
Seyhan Avşar di parvekirina xwe ya li medya dîjîtal de gotibû: "...Ji bo mirov mafên mirovan biparêze, gelo pêwîst e ku bi me re heman nêrînê parve bike, bi heman rêbaza me rojnamevaniyê bike? Em li gorî çi û li gorî kê 'terorîst in'? Em çi zû wan gotinan qebûl dikin, ku hinekan ji xwe nabînin. Ma nêrîna me û ya Sînan Ateş yek e ku em xwedî li wî derdikevin? Yan jî, dema ku rojnamevanek ku nêrîna me û wê/î qet naşibe hev, dema ku hate kuştin em ê çi bikin? Em ê bêdeng bimînin? Gelo feraseta me ya edaletê, baweriya me ya heqîqetê li gorî cih û sekna mirovan wê bê guhertin? Heyf e ji me hemûyan re heyf e... Doh du rojnamevanên li vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn bi SÎHA'yan hatin qetilkirin. Dema ku ew hatin qetilkirin em bêdeng man, her ku em bêdeng man em biçûk bûn..."