Kovara Jin bi hejmara xwe ya nû bal kişand ser komkujiyan
- 09:41 22 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jin di hejmara xwe ya 95'an de bi berga "Dêrsim, Mereş Roboskî... cesareta we heye ku hûn pê re rû bi rû bimînin?" derket.
Hejmara 95'an a Kovara Jin bi berga kovara 'bi berga "Dêrsim, Mereş Roboskî... cesareta we heye ku hûn pê re rû bi rû bimînin?" derket. Di mijarê de jinan bal kişandin ser qetlîamên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê.
Mujgan Halis di nivîsa xwe de balê dikişîne ser Komkujiya Roboskî.
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
“*Roboskî, kurtaj û Pirsgirêka Kurd a wekî 'ducanîbûna nexwestî' / Mujgan Halis
*Gundê Roboskî yê Navçeya Qilabanê ya Şirnexê / Eda Çarşambacir.
*Komkujiya Mereşê ya ku 46 sal in pê nehatine rû hev û jin / Yuksel Mutlu
*Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin! / Gulizar Tuncer
*Nirxandinek li ser Şanoya Femînîst, Lîstika Jinê û Felsefeya Azadiya Jinê ya Demokratîk / Berfîn Emektar