
12'yê Tîrmeha 1999'an: Qanûna firsendên wekhev ji bo mêr û jinan li Fransa hat weşandin
- 09:05 12 Tîrmeh 2022
- Di Dîrokê De Îro
Li Fransayê ji bo wekheviya fersendê ya di navbera mêr û jinan de zagona hejmara 99-585'an a ji bo delegesyano parlemantoyê hat weşandin.
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokêş de pêk hatine wiha ne:

1984: Geraldine Anne Ferraro bû yekemîn namzeta jin a Emerîqayê. Geraldine Anne Ferraro ji xeynî siyasetmedariyê rojnameger, nivîskar û karker bû. Her wiha ji Partiya Demokratîk jî wekî namzet hat nîşandan.
2006: Li Stenbolê ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) ve du rojî Konferansa Têkoşîna li dijî Fûhûşê hat lidarxistin.
2017: Jinên ereb di bin banê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD), de 'Tabûra Jinên Ereb a Şehîd Amara' îlan kirin. Ji bo beşdariya QSD'ê zêde bibe tabûra xweser hat avakirin.
2018: Polîsan bi ser ajansa jinê JINNWES'ê ku li Tirkiyeyê ajansa tenê ya jinê ye girtin.
2019: Platfroma Jinên Kurd a Yekgirtî banga diyalogê kir û got,"Em bang dikin ku aktorên polîtîk ên kurd deng bidin me." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ji polîtikayên tundiyê yên ku tên xwestin di navbera kurdan de biqewime dibêjin 'NA'. Ji bo kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin divê diyalog û polîtîkayên aştiyane bên kirin."