Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edenê hat avakirin

  • 19:27 27 Nîsan 2025
  • Rojane
EDENE- Li Edenê  Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Dayikan di vekirina meclîsê de axivîn û daxwaza aştiyê kirin.
 
Li Edeneyê Meclîsa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe îlan kir. Dayikên Aştiyê çûn cem dayikên li ber avahiya DEM Partî ya Edenê hatibûn gel hev. Muruvvet Demîr li wir axaftinek kir û got: “Me meclîsa dayikên aştiyê ya ji 40 dayikên Edenê pêk tê ava kir. Hêvîdarim ev meclîs bibe wesîleya aştî û azadiyê.”
 
Dayika Aştiyê Şemse Bagdu jî axivî û got bila ev ev meclîs bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan û serkeftinê.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.