Hejmara nû ya Rojnameya Newaya Jin hat weşandin
- 09:47 3 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin hejmara xwe ya 239'an bi manşeta "Rêya rizgariya ji kaosê paradîgmaya azadiyê ye" weşand.
Rojname ku di hejmara meha Sibatê de balê dikişîne ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna li hemberî komployê her wiha li gel nivîsên Havîn Guneşer, Rûşen Samsat, Elîf Mercan, Zeynep Kizilirmak, Berfîn Guneş, Şervîn Nûdem, Nûrhak Gulbahar, Dengîr Guneş, Guler Yildiz her wiha cih dide hevpeyvînên bi Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û ji Latîn Emerîkayê ji rêveberên kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' Manû Gonzalez.
Ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer di nivîsa xwe ya bi sernavê 'Modernîteya demokratîk rizgariya gelan e' peyamên dawî yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gorî bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn şîrove kir.
Rûşen Samsat jî di gotara xwe de ya bi sernavê 'Dîtina rastî û dîroka komploya' hate weşandin, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ne tenê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan wê hate kirin û got, "Bi komploya navneteweyî re destwerdaneke bingehîn li Rojhilata Navîn hate kirin, herêm bi şer û kaosê re rû bi rû hişt. Ev yek gava bingehîn a têkiliya hêzê û jinûve dîzaynkirina hevsengiyan e."
Zeynep Kizilirmak bûyerên dawî yên li Sûriyeyê şîrove kir û di nivîsa xwe ya bi sernavê "Bombeya eyarkirî wê di destê xwediyê xwe de biqede" got, "Paradîgmaya netewe dewletê ya îflas kiriye bi versiyona mezhebî-olperestî hewl dide çareseriyê peyda bike ku ev yek ji çîroka sîstema kapîtalîst cuda nîne ku hewl dide dîrokê bide dubarekirin."
Elîf Mercan di nivîsa xwe ya bi sernavê "Gerdûna têkiliyan: Rêber Apo" de qîmetê ku Abdullah Ocalan dide têkiliyên civakî nirxand.
Rojnameyê cih da hevpeyvîna Dîlber Aydin ku bi rêveberên kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' Manû Gonzales re kir.
Berfîn Guneş jî Jineolojî nirxand ku şêweyekî berxwedana li dijî komployê ye. Di rûpela forûmê de nivîsek ji parêznameya 5'emîn a Abdullah Ocalan hate weşandin.
Di rûpelên kurdî de Nûrhaq Gulbahar têkoşîna li dijî komploya 15'ê Sibatê, Şervîn Nûdem sekna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî komployan li ser berxwedana Tişrînê nirxand.
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bersiv da pirsên rojnameya Newaya Jin û bûyerên dawî yên li Sûriyeyê, gefên li ser sîstema xweser a gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Foza Yûsif destnîşan kir ku li dijî êrîşan ew ji bo parastina destketiyên gelan û jinan têdikoşin.
Guler Yildiz û Dengîr Guneş jî nobeda li Bendava Tişrînê nirxandin. Dengîr Guneş got, "Tişrîn mertalek li dijî dagirkeriyê ye", Guler Yildiz jî got, "Ev mirovên li dora bendava Tişrînê civiyan e nîşaneya civaka nû, mirovên nû ne."
Di hejmara meha Sibatê ya rojnameyê de portreyên ji femînîstên Ereb Fatîme Ahmed Îbrahîm a ji Sûdanê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Nûda Karker, di rûpela bîranînê de jî nivîsa Têkoşîn Devrîm a li ser Asmîn Seyît (Zehra Angay) hate weşandin ku di 8'ê Tebaxa 2024'an de li rojavayê Zapê şehîd bû.
Naveroka rojnameyê li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.